Amerîka: Pir base ku Ermenistan û Tirkiye nûnerê xwe tayîn dikin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku ew destekê didin normalîzebûna têkiliyên navbera Ermenistanê û Tirkiyê û hem gelek razîne ku nûnerên xwe ji bo hev tayîn dikin. Blinken di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:
“Ragihandina wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu û wezîrê karên derve yê Ermenistanê ji bo li ser normalîzebûna têkiliyên navbera her dû dewletan biryarê dane ku nûnerê xwe tayîn bikin û em vê biryarê bi xwurtî destek dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin