Amerîka tedbîrên nûh datîne ser Rûsyayê ku di nav wan de 7 sîrketên Tirkiyê hene
PeyamaKurd – Wezareta xezînê ya Amerîkayê ragihand ku tedbîran danîne ser şîrketên ku bi Rûsya re têkildarin û mal didin Rûsyayê. Di nav wan şîrketan de 7 şîrket jî yên Tirkiyê ne ku bi temamî dikin 150 şîrket, dezge, kes û sazî.
Hat ragihandin ku kes, dezge, sazî û şîrketên navborî destekê didin Rûsyayê, Rûsyayê li hemberê Ûkraynayê xwurt dikin. Bi taybetî di siyaseta pêşdeçûn û enerjiya Rûsyayê ya dahatû de.
Wezîra xezînê ya Amerîkayê Janet Yellen di mijarê de ragihand ku Kremlîn Rûsyayê vegerandiye ser bingeha ‘aboriya şer’. Wezîra Yellen got ku Rûsya bi tena serê xwe nikare îdara xwe bike û hilberîna Rûsyayê têra vêya nake.
Bi tedbîrên îro hedefa Amerîkayê ew e ku bergiriyê li temînkirina pêdiviyên artêşa Rûsyayê bigrin.
Ji Tirkiyê şîrketên ku navên wan di nav tedbîrên Amerîkayê de ne ev in:
1.Bosfor Avrasya İç Ve Dış Ticaret Limited Şirketi,
2.Egetir Otomotiv Sanayi Ve Ticaret Limited Şirketi,
3.Globus Türkiye Lojistik Dış Ticaret Limited Şirketi,
4.Kartal Exim Dış Ticaret Limited Şirketi,
5.Konomar Gemi Elektrik Ve Elektronik Limited Şirketi,
6.Megasan Elektronik Ticaret Ve Sanayi Anonim Şirketi.
7.Özkaya Otomotiv Mamülleri Pazarlama Sanayi Ve Ticaret Anonim Şirketi.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin