Amerîka û Fransa li ser girtina Bahaiyên li Yemenê nerazîbûna xwe nîsan dan

01 June 2023 00:52 0 dîtin
Amerîka û Fransa li ser girtina Bahaiyên li Yemenê nerazîbûna xwe nîsan dan

PeyamaKurd – Li ser ku Hûsiyên Yemenê li payîtexta Yemenê li Sanayê 17 kesên xwediyê baweriya ola Bahaî girtine, Amerîka û Fransa nerazîbûna xwe nîşan dan û desteserkirina Bahaiyan şermezar kirin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku yekser Bahaiyan berdin û di daxwuyaniyê de ragihandina Civaka Bahaiyan ya Navdewletî jî cîh girt. Balyozê Amerîkayê yê Yemenê Steven Fagin weha got:

“Li bajarê Sanayê li Yemenê di 25 ê gulanê de ku Hûsî bi zorê avêtin ser civîna aştiyane ya Bahaiyan û 17 Bahaiyan wendakirine, em wan şermezar dikin. Amerîka bi xelkê Yemenê re ye, bi baweriya wan ya olî, îfade û aîdiyetên wan re ye.”

Li aliyê dinê balyozxana Fransayê ya Yemenê di ser hesabê xwe yê Twitterê de li ser mijarê weha got:

“Fransa girtina 17 Bahaiyên ku di 25 ê gulanê de civîna xwe ya aştiyane dikirin, girtina wan şermezar dike. Em bang li Hûsiyan dikin ku yekser Bahaiyan berdin. Em îhlalên Hûsiyan yên li dijî azadiya baweriyan û olan şermezar dikin.”

Di nav 17 desteserkiriyên Bahaiyan de 5 kes ji wan jin in. Kesê bi navê Bahaullah li Îranê di qirnê 19an de xwe pêxember îlan kiribû, Îranî berdabûnê û ji Îranê hatibû nav Kurda aliyê bajarê Silêmaniyê. Lê Kurd têkiliya xwe bi baweriya wan nekiribûn û wan parastibûn. Îran Bahaiyan ji bo xwe tehdîd û dijmin dibîne.