Amerîkayê bi rêya Sûdanî hisyariyeke tund da komên çekdarên Iraqê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî êrîşa ser Baregeha Victoria ya li Balafirgeha Bexdayê, Amerîkayê bi rêya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî peyameke tund ji komên çekdar ên Iraqê re şand.
Çavkaniyên ewlekariyê ragihandine ku piştî êrîşa moşekî ya li ser Binkeya Victoria ya li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê, Amerîkayê bi rêya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, peyameke tund ji komên çekdar ên Îraqî re şandiye.
Hate diyarkirin, Amerîkayê di wê peyamê de gef li komên çekdar ên Iraqê xwariye ku eger di êrîşên xwe de berdewam bin, ew dê serkirdeyên wan û berjewendiyên wan ên bazirganiyê bikin armanc.
Amerîkayê hişyarî daye wan koman ku ew û rêberên wan ên payebilind wê rastî "çarenivîseke dijwar" bên, eger êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê berfireh bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di destpêka vê mehê de, komên çekdar ên Iraqê 3 moşekên Katyûşa avêtibûn binkeya Victoria ya leşkerî ya Amerîkî ku nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin