Amerîkayê biryar da ku êdî alîkariya Afrîkaya Basûr neke

08 February 2025 16:20 0 dîtin
Amerîkayê biryar da ku êdî alîkariya Afrîkaya Basûr neke

PeyamaKurd – Koşka Spî ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryareke îcrayî daye ku êdî welatê wî alîkariya Komara Afrîkaya Başûr neke.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Qanûna Desthilatdariya Axê ya 2024an a Afrîkaya Başûr”, doza “qirkirinê” ya li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) li dijî Îsraîlê vekirî û “têkiliyên nêz” ên bi Îranê re weke hincetên biryarê hatin rêzkirin.

Her weha hat diyarkirin, “Amerîka nikare piştgiriyê bide binpêkirinên mafên mirovan ên hikûmeta Afrîkaya Başûr li welatê xwe, her wiha binpêkirina siyaseta derve ya Amerîkayê û tehdîda ewlehiyê ya ku ji bo hevalbendên me çêdike.” 

Li gorî daneyên hikûmetê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 2023yan de bi qasî 440 miyon dolarî budçeyek ji Komara Afrîkaya Başûr re veqetandibû.