Amerîkayê li ser Hûsiyan hikûmeta Bexdayê tehdît kir
PeyamaKurd – Karbidestekî hikûmeta Iraqî ku navê wî nehat zanîn got ku Wezîrê Parastinê yê Amerîka Pete Hegseth hişyariyek tund daye Serokwezîrê Iraqî Mihemed Sûdanî.
Rayedar ji rojnameya El-Exbar re axivî û got, Hegseth tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e ku komên çekdar ên Iraqî tev ki midaxeleya mihtemel a Amerîkayê ya li dijî Hûsiyên li Yemenê nebin.
Wî berpirî got:
“Her pêngaveke di vî warî de were avêtin dê rastî bersiveke leşkerî ya rasterast li nav Iraqê were.”
Di peyama Amerîkayê de hat gotin ku “Ev dosya bi girîngiyeke taybet ji aliyê birêveberiya Serok Donald Trump ve tê şopandin.”
Hat ragihandin ku Sûdanî ji Amerîkayê re diyar kiriye ku hikûmeta wî bi komên çekdar re di nava diyalogê de ye û hewl dide bigihêje çareseriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin