Amerîkayê li seroperasyonên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku operasyonên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê demkî ne û mafê Îsraîlê heye ku xwe li hember gefên ku di valahiya hêzê de li herêmê derkevin holê biparêze.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel doh di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de gavên dawî yên Îsraîlê yên li Sûriyeyê nirxand.
Patel bersiva pirsên derbarê kiryarên Îsraîl ên li Sûriyê yên piştî rûxandina rejîma Beşar Esad ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve çawa hatin bersivandin.
Alîkarê Berdevk got, "Em dixwazin di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de îstiqrara mayînde bê dîtin. Îsraîl diyar kir ku ev kiryar û gavên ji bo parastina sînorên xwe demkî ne."
Patel got ku Îsraîl ji bo ku sînorên xwe di nav valahiya hêzê ya ku piştî Esed li herêmê derket holê de ewle bihêle, van gavên leşkerî bi awayekî demkî avêtin û got, "Mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze û ewlekariya xwe dabîn bike, lê ya ku em berdewam dikin li ser kar hewldan e ji bo dabînkirina aramiyê li herêmê bi rêya piştgirîkirina erka krîtîk a Hêza Çavdêr a Neteweyên Yekbûyî."
Patel dema ku daxuyaniyên rayedarên Îsraîlî yên ku dibêjin ew ê demeke dirêj li herêmê bimînin anîn bîra wî, tenê got ku ew di wê baweriyê de ne ku ev tevgera leşkerî wê "demkî" be.
Operasyonên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê
Piştî pevçûnên ku di 27ê Mijdarê de li Sûriyê dijwar bûn û hevdem ligel rûxandina rêjîma Baas a 61 salî di 8ê Kanûnê de, operasyonên artêşa Îsraîlê li Sûriyê zêde bûn.
Artêşa Îsraîlê ku dest bi îmhakirina binesaziyên leşkerî û navendên ku ji aliyê artêşa rejîmê ve hiştibûn, kir, kontrola xwe ya li Girên Golanê ku axa Sûriyeyê ye, berfireh kir.
Artêşa Îsraîlê ku ket herêma tampon a li derdora Girên Golanê, operasyonên xwe zêdetir kirin û 25 kîlometre dûrî paytext Şamê bi rê ketin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin