‘Amerîkayê berî êrîsa DAISê ya Kirmanê ji bo tedbîr bistîne Îran hisyar kiribû’
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Amerîkayê beriya êrîşa 3yê Çileyê ya Kirmanê ku DAIŞê li xwe girtibû û zêdetirî 100 kesan can dabû, bi awayekî veşarî Îran hişyar kiriye ku li hember êrîşeke terorê tedbîrê bistîne.
Rojnameya The Independent Arabia bi zarê rayedarekî amerîkî ragihandiye, “Hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) beriya êrîşa xwîndar a di Çileyê de ku DAIŞê berpirsiya xwe ragihando, bi awayekî veşartî Îran hişyar kir ku gefeke terorîst li hundirê sînorên wê heye.”
Hêjayî gotinê ye, di teqînên 3yê Çileyê de yên dema merasîma li cem peykerê Qasim Suleymanî li bajarê Kirman a başûrê rojhilatê Îranê, zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabû û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin