Amerîkayê cezayên nû li ser Hizbullaha Lubnanê ferz kirin
PeyamaKurd - Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan ceza danîne ser sazî û rayedarên Hizbullaha Lubnanê yên têkiliyên wan bi Îranê re hene.
Çavdêriya Çandên Biyanî ya Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihand ku ceza li ser 2 endamên Meclîsa Navendî ya Hizbullahê Nebîl Qaûq û Hesen Bexdadî hatine ferzkirin.
Wezaretê destnîşan kir ku fermandarên Hizbullahê ji avakirina rêxistinên terorîstî û pêkanîna ajandeyên rêxistina terorîst û xetereya li ser berjewendiyên Amerîkayê û hevalbendên wê li seranserê cîhanê berpirsyar in.
Herwiha hikumeta Estonyayê jî ji ber “çalakiyên terorî” yên Hizbullahê, ceza li Hizbullahê birî û ragihand, Hizbullah gefan li ewlehiya navnetewî û ya Estonyayê dixwe.
Estonya dibe welatê 5emîn ku piştî Amerîka, Brîtanya, Hollanda û Lîtvanyayê dorpêçan li ser Hizbullahê Lubnanê disepîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin