Amerîkayê derbarê êrisî li dijî karwanê Tirkiyê li Sûriyê daxuyanî da
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus êrişa esmanî ya li dijî karwanê Tirkiyê li Idliba Sûriyê ya roja duşemê şermezar kir.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Ortagus di daxuyaniya xwe de got, "divê rejîma Esed û hevpeymanên wî pabendî agirbesta li Idlibê bimînin. Bi awayekî bêperwa êrîşî karwana Tirkiyê kirin. Em vê êrişê şermezar dikin. Divê tavilê dawî li tundkariyê were.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin