Amerîkayê karwaneke din a alîkariyên leskerî sand Rojavayê Kurdistanê

06 March 2022 12:01 0 dîtin
Amerîkayê karwaneke din a alîkariyên leskerî sand Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karwaneke alîkariyên leşkerî ya Amerîkayê ku ji 30 barhilgiran pêk dihat derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Li gorî çavkaniyên herêmê, doh Şemiyê 5ê Adarê karwaneke leşkerî ya Amerîka ku ji 30 barhilgiran pêk dihat û tije çek û pêdiviyên leşkerî bûn, ji deriyê sînorî yê Welîd ê parêzgeha Mûsilê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Hat zanîn ku karwan di bin parastina hêzeke hevpeymaniya navdewletî de hatiye derbaskirin.

Di nav 10 rojên borî de duyemîn karwana alîkariyên leşkerî ye ku derbasî Rojavayê Kurdistanê tê kirin.