Amerîkayê, li ser ‘hilbijartinên sexte’ Rusya hisyar kir

08 September 2023 15:06 0 dîtin
Amerîkayê, li ser ‘hilbijartinên sexte’ Rusya hisyar kir

PeyamaKurd- Ji ber ku dê dawiya vê hefteyê dê ji aliyê Rusyayê ve li Donetsk, Luhansk, Zaporizhia û Khersonê hilbijarti bên kirin, Amerîkayê ev yek wekî ‘hilbijartinên sexte’ pênase kir û rayedarên Rusyayê hişyar kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya ku li ser vê babetê parve kir de got ku

"Rusya, li herêmên dagirkirî yên Ukraynayê di pêvajoya hilbijartina sexte de ye. Kremlin hêvî dike ku ev encamên ji berê diyarkirî û çêkirî dê îdiayên neqanûnî yên Rusyayê yên li ser herêmên ku li Ukraynayê dagir dike xurtir bike. Ev yek, ji bilî çalakiyeke propagandayê ne tiştek din e. "

Blinken bi îdiaya ku Rusyayê peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo rêzgirtina serwerî û yekparçeyiya axa dewletan binpê kiriye, wiha got:

"Amerîka dê tu îdiayên Rusyayê yên li ser axa Ukraynayê ya serwer nas neke. Em dixwazin bi bîr bînin ku her kesê ku dibe ku piştgiriyê bide hilbijartinên sexte yên Rusyayê li Ukraynayê, di nav de "çavdêrên navneteweyî" jî hene ku dibe ku ew rastî sizayan û sînordarkirina vîzeyê bên. "

Di 10ê Îlonê de dê li seranserê Federasyona Rusyayê hilbijartinên herêmî û hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê bên kirin û di van hilbijartinan de rêveberên herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporizhia û Xerson ên ji Moskow û Ukraynayê hatine desteserkirin diyar dibin.