Amerîkayê li Sûriyê tayîneke girîng kir!
PeyamaKurd- Amerîkayê li Rojhilata Navîn tayîneke girîng pêk anî û James Jeffrey wekî Nûnerê Taybet yê Sûriyê tayîn kir.
Di vê dema ku di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de gengeşiyeke mezin heye de, Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey wekî Nûnerê Amerîkayê yê Taybet tayîn kir. James Jeffrey berî niha balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyê bû.
Li ser vê geşedanê ji aliyê Tirkiyê ve jî daxuyaniyek hat. Alîkarê Serokê Ak Partiyê Mahir Ûnal got ku James Jeffrey dostekî Tirkiyê ye.
Jeffrey berî niha gelek caran li ser girîngiya pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê sekinîbû û di derbarê PKKê û YPGê de jî gotibû bi rastî her du rêxistin jî eynî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin