Amerîkayê spasiya HSDê kir: Divê hemû welat…
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, li ser wergirtina 3 welatiyên Denmarkî ji kampên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ji ber rola çareserkirina rewşên mirovî jî spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.
Miller bang li hemû welatên ku welatiyên wan li kampên Rojavayê Kurdistanê ne kir û got: “Divê hemû welat, welatiyên ji xwe ji Sûriyê werbigirin.”
Miller bal kişand ser, “Dewletên Yekbûyî piştgirî da vegerandina Danîmarkê û amade ye ku di hewildanên wan ên vegerê de alîkariya welatên din bike.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, bibîr xist ku nêzîkî 10 hezar kes, ku piraniya wan zarokên xizan ên bin 12 salî ne, ji zêdetirî 60 welatan, li kampên Hol û Roj ên Rojavayê Kurdistanê mane û got: “Vegerandin ji bo vê nifûsê tekane çareseriya mayînde ye. Amerîka berdewam e li ser kar bi welatên cîhanê re li ser vegerandina hemwelatiyên wan, bi taybetî xelkên xizan, ji kampên awareyan li Sûriyê.”
Hêjayî gotinê ye, Denmarkê roja înê jinek û 2 zarokên endamên malbatên DAIŞê ji kampên li Rojavayê Kurdistanê vegerandin û Amerîkayê spasiya Denmarkê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin