Ammar Hekîm: Divê Helebce bibe parêzgeha nû ya Iraqê

16 March 2025 18:58 0 dîtin
Ammar Hekîm: Divê Helebce bibe parêzgeha nû ya Iraqê

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî ya Îraqî Ammar El-Hekîm got: "Li beramberî qurbanîdana wan a mezin, divê Helebce bibe statûya parêzgeheke nû ya Iraqî."

Ammar Hekîm roja Yekşemê 16ê Adara 2025an bi boneya 37emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X (Twittera berê) peyamek parve kir.

Hekîm da zanîn ku Komkujiya Helebce hemû wijdanên zindî şikand û got, “Di 37emîn salvegera kîmyabarana Helebce de, Helebce di kûrahiya dilê me de birîneke ku berdewam xwîn diherike û nayê dermankirin.”

Helebce mezintirîn sembola qurbanîdanê ye li Iraqê, lewra em tekez dikin ku baştirîn rêzgirtin bo qurbanîdana bajêr ew e ku cihê parêzgeheke nû ya Iraqê bigire. Ammar Hekîm tekezî li ser wê yekê jî kir ku pêwîste xelkê Helebce di proseya siyasî ya Iraqê de bi kar, vejandina aborî û nûneratiya rasteqîne bê dabînkirin.