Amnesty bi belgeyan rapora tawanên ser a êrîsên Tirkiyê amade kir
PeyamaKurd – Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) li ser êrîş û operasyona Tirkiyê digel çekdarên tundrew bi ser Rojavayê Kurdistanê de, rapora tawanên şer, kuştina sivîlan, rojnamevanan û binpêkirinan bi belgeyan raporek amade kir û weşand.
Di rapora Amnesty de, tê gotin ku belge û delîlên cidî di destê wan de hene ku artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wan li bakur û rojhilatê Sûriyê bi êrîşên xwe sivîl kuştine, birîndar kirine û binpêkirinên din li ser tawanên şer encam dane.
Amnesty dibêje, wan rapor û belgeyên xwe bi guhdarîkirina şahidan, analîzkirina vîdyoyan, karmendên tendrustiyê, rojnamevan, karmendên alîkariyên mirovî yên herêmê û nexweşxaneyan piştrast kirine.
RAPORA AMNESTY A BINPÊKIRIN Û TAWANÊN ŞER ÊN HETA 16Ê COTMEHÊ

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin