Amnesty: Li girtîgehên Îranê destdirêjiya zayendî tê kirin

07 December 2023 22:11 0 dîtin
Amnesty: Li girtîgehên Îranê destdirêjiya zayendî tê kirin

PeyamaKurd – Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty) rapora xwe ya 2023yan a bi navê “Wan bi tundûtujî, destdirêjî li ser min kir” ku ji 120 rûpelan pêk tê belav kir.

Di rapora Amnesty de, hatiye destnîşan kirin ku di encama lêkolînên wan de derketiye holê ku hêzên rejîma Îranê li ser girtî û binçavkiriyên xwepêşanderên ‘Jin Jiyan Azadî’ de, destdirêjiya zayendî û tundûtujî kirine.

Li gorî raporê li ser 45 binçavkiriyên tevgera “Jin Jiyan Azadî” ku ji wan 26 mêr, 12 jin û 7 zarok in, destdirêjî û tundûtîjiya zayendî ya takekesî û bi kom li ser wan wan hatiye kiri û ev kiryar jî hatine belgekirin.

Sekretera Amnesty Agnes Callamard, li ser mijarê ragihand: “Lêkolînên me didin xuyakirin ku bi ti awayekî hêzên ewlehî û îtilaatî li Îranê, ji destdirîjiya zayendî û tundûtîjiyên din ên zayendî bo îşkencekirin, cezakirin û derbelêdana fîzîkî û hundirî ku bo her timî dîmîne, heta li ser zarokên 12 salî jî bikar tînin.”

Callamard herwiha got ku ji aliyê berpirsên Îranê ve tundûtîjiya zayendî wek çekekê tê bikaranîn û ev li ser dijberên rejîmê bênavber tê kirin.