Arakçi: Wê Îran xebatên agirbesa navbera Îsraîlê û Hîzbûlahê destek bike

04 October 2024 23:56 0 dîtin
Arakçi: Wê Îran xebatên agirbesa navbera Îsraîlê û Hîzbûlahê destek bike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi li Lubnanê daxwuyanî da û got ku wê Îran destekê bide xebatên hewlên agirbesa navbera Hîzbûllahê û Îsraîlê. Ji bo vê jî divê di navbera Îsraîl û Hamsê de di heman wextê de hevdîtin bênkirin.

Arakçi bi sedema seredana fermî li Lubnanê bi rayedarên hukumetê re hevdîtin kir û li ser mesela agirbesê axifîn. Arakçi got:

“Ji bo agirbesê em bi dewletên din re jî di nav têkiliyan de ne. Lê divê agirbesa navborî mafên xelkê Lubnanê bide ber çav û Hîzbûllah jî qebûl bike. Di heman wextê de divê li Xezayê jî agirbes bibe.”

Arakçi li Lubnanê bi serokwezîrê Lubnanê Necib Mikati û bi serokê meclisa Lubnanê bi Nebih Berri re civiya ku Berri kesekî nêzî Hîzbûllahê ye an wisa tê zanîn.