Arinç: Ji xwedê bitirsin, hîn cesed di bin enqazan de ne û hun behsa hilbijartinê dikin
PeyamaKurd – Serokê berê yê Meclisa Tirkiyê Bulent Arınç bang kir ku ji ber erdheja Maraşê hilbijartinan paş de bixin. Arınç daxwuyaniya xwe bi nivîskî kir û weha got:
“Di gulan û ne di hezîranê de hilbijartin nabe. Ji bo burokrasiya me li ser dermankirina erdhejê hûr bibe divê bilez hilbijartin bê paşdexistin. Ev tercîhekî nîne, ev mecbûriyete. Kutukên kesên dengan bikartînin betale. Kirina hilbijartinê hûqîqen û di pratîkê de jî ne mumkune. Divê hilbijartin ya bi hilbijartina xwecîh ya 2024an ve bikin yek an taloqê meha 11an ya 2023an bikin.
Erdhej belkî di dîrokê de, bi navê ‘erdheja mezin ya başûrê-rojhilatê Anedolê’ bikeve nav dîrokê. Bandora wê bi salan dewam bike. Felaketekî mezin ya ku di dilê me û riha me de vekir. Mezinahiya erdhejê her diçe dertê ortê. Rehma Xwedê li can dayiyan be û ji birîndaran re şîfayê dixwazim. Sersaxiya milletê me dikim. Bi hezaran candayên me û bi deh hezaran birîndarên me hene. Êdî em ditirsin ku jimarên wan bibihîzin.
Gelek kargehên me di bin enqazan de ne. Piraniya 10 bajarên me yên erdhej li wan çêbûye xerab bûne. Devê xelkê me bi kêrê nikarî vekî. Millet niha hilbijartinê naxwaze, dixwaze bijî û têkoşîna jiyanê dide. Piştî rewşa me ev e, em dibînin hinek rojnamevan û siyasetmedar munaqeşe dikin bê hilbijartin di gulanê de an di hezîranê de bila bibe.
Ji Xwedê bitirsin. Hê jî di bin enqazan de cesed hene. Çawa dibe kes behsa hilbijêran nake lê behsa hilbijartinê dike? Di dewrekî weha de hemwelatiyên me yên ku bi êşa xwe re rû bi rû ne, hun ê ji wan re propoganda hilbijartinan bikin, hun ê ji wan dengan bixwazin? Hun ê bibin namzed? Hun ê xwepêşandanan bikin? Hun ê vana bi kîjan rûyî bikin? Hilbijêr tine ne. Sindoq tine ne. Li herêmê burokrasiya edlî û îdarî tine ye. Wê xelk ji we re nebêje: Hemwelatî di derdê canê xwe de ne lê derdê we çiye?
15 milyon hemwelatî di bin bandora erdhejê de ne. Ji herêma erdhejê 85 parlementer diçin meclisê. Manzara herêmê wisaye ku li herêmê kes nemaye heya dengê xwe bide. Di wexta hilbijartinan de wê Rêvebiriya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ji nûh de hesab bike bê wê bajarên erdhejê bi çend parlemenetran di meclisê de bê temsîlkirin.
Divê ew budçeya ji bo hilbijartinê hatiye veqetandin, ji bo dermankirina birînên erdhejê bê bikaranîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin