Artêsa Iraqê li Enbarê 9 DAISî kustine

24 October 2024 14:34 0 dîtin
Artêsa Iraqê li Enbarê 9 DAISî kustine

PeyamaKurd – Fermandehîya Operasyonên Hevbeş a Iraqî (JOC) îro (24ê cotmeha 2024an) ragihandiye ku di operasyoneke dijî terorê de ya li bakurê Rutbaya parêzgeha El-Enbarê, 9 DAIŞî hatine kuştin ku 7 kes ji wan xwekuj bûn.

Di daxuyaniya xwe de JOCê got ku “Leşkerên Dezgeha dijî terorê ya Iraqê (CTS) êrîşeke asmanî ya serkeftî pêk anî û piştî wê jî şerekî dijwar li devera biyabana Kearayê li bakurê Rutbayê rû da. Di operasyonê de 9 terorîst hatin kuştin ku 7 kesên wan xwekuj bûn û her weha û çek, alav û malzemeyên wan ên lojîstîkî jî hatin têkbirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyona dijwar bi alîkariya hewayî û teknîkî ya koalîsyona navneteweyî hatiye destekkirin û tevî fermandariya operasyonên hevbeş pêk hatiye.