Artêsa Îsraîlê bi balafirên F-35 êrîsî Beyrûdê kir

20 September 2024 17:01 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê bi balafirên F-35 êrîsî Beyrûdê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê îro bi balafirên şer ên nifşê nû F-35an êrîşek biriye ser paytexta Lubnanê Beyrûdê û bingehên Hizbûllahê bombebaran kiriye.

Artêşa Îsraîlê êrîşa ser Beyrûdê piştrast kir, lê çavkaniyên Lubnanê jî ragihandin ku Îsraîlê avahiyek li başûrê Beyrûdê bombe kiriye.

Li gorî zanyariyên xwecihî, di êrîşa ser avahiyê de 5 zarok hatine kuştin. 

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di encama êrîşên îro de, li başûrê Beyrûdê 3 kes hatine kuştin û 17 jî birîndar bûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku balafirên F-35 îro 2 caran niştîngehên sivîl bombebaran kiriye.