Artêsa Îsraîlê cardin kete basûrê Sûriyeyê û bendeke kontrolê danî
PeyamaKurd- Hêzeke Îsraîlê bi 6 wesayîtan kete gundê Ofanya yê Quneytîrayê û di navbera gundên Semdaniye û Xan Ernebeyê de jî bendeke kontrolê danî.
Hate ragihandin ku îro danê sibehê yekîneyeke hêzên Îsraîlê bi 6 wesayîtên leşkerî kete herêma Hefayîrê û ber bi gundê Ofanyayê yê bakurê Quneytîrayê ve bi rê ket.
Yekîneyeke din jî tevî 4 wesayîtan bendeke kontrolê di navbera gundên Semdaniya Rojhilat û Xan Ernebeyê de danî.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî doh 8ê Mijdarê ragihandibû ku dewriyekeke hêzên Îsraîlê ji gundê Mişêrfê heya gundê Ecrefê geriya û piştre bendeke kontrolê ava kir.
Hêjayî gotinê ye, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derbarê tevgerên hêzên Îsraîlê ku li ser sînorê başûrê rojavayê welat zêde bûne de ti helwest nîşan nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin