Artêsa Îsraîlê li xeta sînorê Sûriyê baregehan ava dike, li Derayê jî du kes girtin

30 October 2025 18:03 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê li xeta sînorê Sûriyê baregehan ava dike, li Derayê jî du kes girtin

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê li gundê Mereya ya herêma Hewd El Yermûk a li rojavayê parêzgeha Dera ya Sûriyê, 2 kesên bi navên Mazin El Eqle û Mihemed Tewfîq Rebiya, girtin.

Li gorî ragihandin SOHRê girtina wan kesan, di dema serdegirtina gundê Mereya de pêk hat. Artêşa Îsraîlê her du ciwan birin cihekî nediyar û sedema girtina wan nehatiye zanîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê heriwa diyar kir ku hêzên Îsraîlê li gundê Bîr Ecim ê li rojavayê Quneytirayê xebatên kolandinê didomîne ku armanca artêşa Îsraîlê ew e rêyeke leşkerî ku baregehên xwe yên li ser xeta sînor bi hev ve girê dide, çêke.