Artêsa Îsraîlê: Li Xezzeyê 4 dîl ji destê Hamasê hatin rizgarkirin
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku 4 rehîneyên li Xezzeyê yên ku di êrîşa 7ê Cotmeha 2023an de li ser festîvala muzîkê hatibûn revandin, ji destê Hamasê hatin rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastinê yên Îsraîlê navên kesên hatine rizgarkirin Noah Argamanh (25), Almog Mîr Can (21), Andrey Kozlov (27) û Shlomi Ziev (40) ne.
Di daxuyanîya ku ji teref artêşê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku 4 kesên dîl ji teref polês û wezîfedarên ewlehiyê yên Îsraîlî ve di operasyoneke hevpar a "tevlihev" ya ku li 2 herêmên cuda yên Xezzeyê hat lidarxistin de hatin rizgarkirin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku rewşa kesên rehîne baş e û ji bo lêkolîna pizîşkî ya din rakirin nexweşxaneyê.
Hamasê hê derbarê êrîşê de daxuyanî nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin