Artêsa Îsraîlê pistî rûxandina rejîma Esed zêdetirî 500 êrîsên esmanî li Sûriyê pêk anîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê di nav 48 saetên piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad de li Sûriyeyê zêdetirî 500 êrîşên hewayî birin ser "armancên leşkerî".
Di daxuyanîya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hedefên ku di êrîşan de hatine lêdan sîstemên parastinê û fîloya balafiran jî hene.
Hat îdiakirin ku li Sûriyeyê di 48 saetên piştî rûxandina rejima Esed de zêdeyî 500 êrîşên esmanî hatin kirin de, ji sedî 90ê pergalên moşekî yên pêşketî yên dijî hewayî û ji sedî 85ê pergalên berevaniya esmanî hatin îmhakirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat îdiakirin ku balafirên SU-22 û SU-24 ên Rûsyayê yên li Sûriyeyê bi temamî nekarîne bên bikaranîn û ji sedî 40ê hêza hewayî jî hatiye îmhakirin.
Ji aliyê din ve Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îdia kir ku di êrîşa 9ê Kanûnê ya li ser Bendera Laziqiyê de wan keştiya deryayî ya Sûriyeyê îmha kiriye.
Di nûçeya radyoya artêşa Îsraîlê ya 10ê Kanûnê de hat gotin ku "yek ji mezintirîn êrîşên esmanî yên di dîroka Îsraîlê de" li Sûriyeyê piştî rûxandina Beşar Esed lîderê 61 salî yê rejîma Baasê hat kirin.
Di nûçeya heman dîrokê ya rojnameya Yedioth Ahronoth de wiha hat gotin: "Îsraîl piştî zêdetirî 50 salan cara yekem êrîşî hemû baregehên hewayî yên Sûriyeyê kir."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin