Artêsa Îsraîlê: Êrîs wê destpê bike, bajarê Refahê vala bikin

11 May 2024 14:36 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê: Êrîs wê destpê bike, bajarê Refahê vala bikin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ji Filistîniyên li bajarê Refahê û gelek herêmên li bakurê Şerîda Xezzeyê xwest ku biçin "herêmên ewle" yên hatine diyarkirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di nivîsa xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê de diyar kir ku artêşa Îsraîlê wê êrîşî Hamasê bike. Ji bo vê yekê bang li kesên li van herêman dijîn kir ku berê xwe bidin herêmên bi ewle yên hatine diyarkirin.

Edraî ji Filistîniyên ku li taxên wekî Şebûra û kampên Refah, Îdarî, El-Cenîna û Xurbet Ads ên li rojhilatê bajarê Refahê koçber bûne xwest ku demildest biçin herêma El-Mavasî.

Berdevkê Îsraîlê diyar kir ku divê Filistîniyên li herêma Cibaliya, Selam, Nûr, Tel Zater, Beyt Lahiya, Kampa Cibaliya, Îzbet Mellîn, Ravda, Nuzhe, El-Jerin, Nahda û Zuhur ên li bakurê Şerîda Xezzeyê jî cih û warên xwe terk bikin û ber bi rojavayê bajêr ve diçin.

Adraî destnîşan kir ku li bakur nêzîkatiya Filistîniyan ji têlan re qedexe ye û di posta xwe de nexşeyên herêmên ku wê bên valakirin jî cih girt.