Artêsa Rizgariya Belûcistanê êrîs bir ser 3 qereqolan: 53 kustî
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Pakistanê di encama 3 êrîşên cuda yên Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) de, 53 kes hatin kuştin.
Li eyaleta Belûcistan a Pakistanê BLAyê êrîş bir ser 3 qereqolên polîsên Pakistanê ku di encamê de herî kêm 53 kes hatin kuştin.
Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Muhsin Nakvî ragihand ku mebesta êrîşa derxistina aloziyan li welat û di dema êrîşan de jî 12 êrîşkar hatine kuştin.
Artêşa Rizgariya Belûcistanê êrîş li xwe girtin û diyar kir, wan yek jê baregeha leşkerî êrîş biriye çend xalên leşkerî yên Pakistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin