Artêsa Îranê dest danî ser kestiya 250 hezar lître benzîna qaçax tê de bû
PeyamaKurd – Artêşa Îranê fermandariya giştî ya hêzên deryayî, berpirsê beşa ragihandinê Xulam Muhsîn Huseynî ragihand ku dest danîne ser keştiya ku tê de 250 hezar litre benzîna qaçax hebû. Keştî biyaniye û di Kendava Basrayê de hatiye desteserkirin. Huseynî weha got:
“Di keştiya biyanî ya li Kendava Basrayê de 250 hezar lître benzîna qaçax me tesbît kir. Piştî temamkirina ewraqên 7 muretebatên biyanî, hatin girtin. Em ê li Kendavê bi karê qaçax yê petrolê re têbikoşin. Hêzên deryayê li Kendavê ewlehiyê temîn kirine.”
Artêşa Îranê berê jî ragihandibû ku di Kendava Basrayê de, di hefteya dawiyê de dest danîne ser 2 keştiyên biyanî ku di wan de 290 hezar lître benzîna qaçax hebû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin