Artêsa Iraqê 3 cotkarên Kurd desteser kir û dest danî ser wesayîtên wan

10 May 2023 18:18 0 dîtin
Artêsa Iraqê 3 cotkarên Kurd desteser kir û dest danî ser wesayîtên wan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Artêşa Iraqê, îro 10ê Gulanê li gundê Pelkane yê Sergeran 3 cotkarên Kurd desteser kir û dest danî ser du traktoran û wesayîteke kar. Gundê Pelkane heta niha gelek caran rastî êrîşên erebên hawirde jî hatibû û xwestibûn dest deynin ser zevî û milkên wan.

Li gorî zanyariyan, artêşa Iraqê bi fermî hemû cotkarên Kurd ên deverê agahdar kirine ku her kesê karê çandinî û avdaniyê bike, dê were desteserkirin û cezakirin.

Şêniyên deverê beriya niha jî ji serkirdetiya siyasî ya Kurd daxwaz kiribûn, çareseriyekê vê rewşa wan re bibînin û eger ev mijar neyê çareserkirin, xebat û keda wan a îsal ji dest diçe û metirsiya şewitandina berhemên wan heye.

Hat zanîn ku di dema reşandina derman û karê çandiniyê de artêşa Iraqê cotkarên Kurd ên li gundê Pelkane yê ser bi navçeya Sergeran desteser kirine.