Artêsa Îsraîlê bi dehan wesayîtên leskerî êrîsî bajarê Cenînê kir
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bi dehan wesayîtên leşkerî, êrîşî bajarê Cenînê kir
Artêşa Îsraîlê bi dehan wesayîtên leşkerî, êrîşî bajarê Cenîn û kampa penaberan a li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirkirî kir.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, bi dehan wesayitên leşkerî yên Îsraîlê tevî buldozeran êrîşî bajarê Cenîn û kampa penaberan kirin.
Di dema firîna helîkopter û dronên artêşa Îsraîlê de, li gelek deverên bajêr qutbûna elektrîkê rû da.
Li gor nûçeya Aayê, di navbera eskerên Îsraîlê û berxwedêrên çekdar ên Filistînê da pevçûn derket. Hêzên Îsraîlî bi guleyên rastî û gaza rondikrêj mudaxeleyî Filistîniyên ku li dijî êrîşan bûn. Têkildarî ku di bûyeran de mirî yan birîndar hene, agahî nehat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin