Artêsa Îsraîlê bo Hizbullahê: Li Lubnanê bi hezaran hedef hatine diyarkirin!
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wê hemû binkeyên Hizbullahê yên Lubnanê bên armanc girtin.
Di daxuyaniya li ser navê Sererkanê Îsraîlê Avîv Kochavî hatiye belavkirin de hat gotin, “Biryargeha fermanê, moşekên dûravêj, rampayên pêkandinê û hîn zêdetir tişt di plana êrîşê de hene. Wê hemû armancên Hizbullahê li Lubnanê bên lêdan.”
Herwiha hat diyarkirin ku Îsraîlê bi hezaran hedefên lêdanê diyar kiriye û hat gotin, wê her cihekî moşek û navenda fermana moşekî lê hebe heger malek be jî wê di şer de bê lêdan.
Hêjayî gotinê ye, hîn ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve ti daxuyaniyek li ser vê gef Îsraîlê nehatiye dayîn. Hizbullah li sînorên başûr ên Lubnanê bicih bûye û ji sala 2013an ve jî şer û pevçûnên mezin rû nedane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin