Artêsa Îsraîlê ragihand ku ji Xezzayê 9 roketan avêtine sînorên Îsraîlê

03 May 2023 00:37 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê ragihand ku ji Xezzayê 9 roketan avêtine sînorên Îsraîlê

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê di ser hesabê xwe yê Twitterê û radyo ya artêşê de ragihand ku ji Şerîda Xezzayê 9 roketan avêtine ser sînorê Îsraîlê, hinek roket negihane sînor û hinek ji wan ketine terefê Îsraîlê. Artêş hem ragihand ku li kenarê Şerîda Xezayê li jîngeha Yahûdiyan ya bi navê Kissufimê, sîrenên hawarê aktîf kirine.

Rêxistina Weşana Giştî ya Îraîlê (KAN) binkeya agahiya xwe biriye ser rêvebirekî di asta bilind de û gotiye serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu bi rêvebirên aretêşê û asayîşê re civînekî nirxandinê kirine. Di civînê de gotine ku wê di demekî kurt de bersiva roketan bidin û gengeşeya li Xezzayê wê çend roj dewam bike.