Artêsa Nîjeryayê operasyon kir ser rêxistina Boko Haramê û 15 endamên wê girt

12 June 2023 21:31 0 dîtin
Artêsa Nîjeryayê operasyon kir ser rêxistina Boko Haramê û 15 endamên wê girt

PeyamaKurd – Artêşa Nîjeryayê li eyaleta Bornoyê bi navê ‘Opereasyona Warun III’ li deverên Gwange, Umarari û Jajeri operasyon kir û di encamê de 15 endamên Boko Haramê desteser kir. Artêş bi endaman re muhîmmatan jî xiste dest. Lê gelek endamên Rêxistinê jî reviyan.

Boko Haran ji sala 2000an û vir de li herêma Nîjeryayê xwe nîşan dide û ji sala 2009an heya niha tevegerên şiddetê dike. Tevgerên wan li Nîjer, Nîjeryayê, Çadê û temamê seha Sahelê dewam dikin. Heya niha bi hezarî kes hatine kuştin û bi deh hezaran kes ji ser warên xwe rabûne.