Artêsa Pakistanê xwest ku partî pistî hilbijartinan dev ji dijberiyan berdin!

10 February 2024 19:58 0 dîtin
Artêsa Pakistanê xwest ku partî pistî hilbijartinan dev ji dijberiyan berdin!

PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê artêşa Pakistanê Asim Munir ji partiyan xwest ku dev ji karên dijberiya navbera xwe berdin û hev qebûl bikin. Munir bi kurtî got:

“Niha encameka zelal ji hilbijartinan derneketiye. Siyaseta dijminane bi 250 milyon xelkê pêşverû yê Pakistanê nakeve û yekîtî û xweşbîniya xwe nîşan bidin. Dev ji gengeşeyan berdin.”

Li Pakistanê di hilbijartinê de serokwezîrên berê Îmran Xan û Nawaz Şerîf serkeftina xwe îlan kirin û namzedên serbixwe gelek kursiyan qezenc kirin. Artêş destekê dide Şerîf û Şerîf ji partiyên din xwest ku pê re koalîsyonê ava bikin.

Di hilbijartina Pakistanê de serokwezîrê ku niha di zîndanê de ye Îmran Xan bi namzedên serbixwe piraniya kursiyan bidest xist. Nawaz Şerîf jî dixwaze bi koalisyona partiyên din bibe serokwezîr an desthilat ku artêş jî li pişta wî ye.

Ji ber di hinek eyaletên Pakistanê de, yên weka Wezîrîstan û Belûcistanê encama hilbijartinan tam diyar nîne, li hinek ji wan protestoyê encamê hene û îttîraza encaman heye, wê di wextê pêşiya me de encam diyar bibin.

Bes hişyariya artêşê ya ji bo partiyên Pakistanê weke peyama derbeya leşkerî hat xwuyakirin.