Artesa Somalî: 130 endamên El-Sebaba El-Qaîde hatin kustin

24 December 2023 23:52 0 dîtin
Artesa Somalî: 130 endamên El-Sebaba El-Qaîde hatin kustin

Peyama Kurd – Artêşa Somalye ragihand ku di operasyonên li deverên cuda yên welat de 130 endamên Tevgera El-Şebab a girêdayî El-Qaîdeyê hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Somalî ya fermî, di neçeya xwe de ragihand ku Wezareta Parastinê ya Somaliyê bi daxuyanîyekê ragihandîye ku artêşa Somalîyê li deverên parêzgehên Galmudug, Hirshabelle û Jubbalandê ku deverên El-Şebab lê bi tevgere operasyonên mezin û berfireh pêk anîye.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku wezaretê ragihandîye ku di van operasyonên ku bi hevkarîya hêzên navneteweyî yên dostên Somalîyê pêk hatine de gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin û navendên ku endamên El-Şebab lê tevdigeriyan hatine rûxandin.

El-Şebaba ku girêdayî El-Qaîdeyê ye, li Somalîyê gellek caran li dijî arteşê û sivîlan êrîşên pirkujî pêk anîbû.