Artêsa Sudanê: Ev yek, hewila derbeya leskerî ye!

18 April 2023 14:30 0 dîtin
Artêsa Sudanê: Ev yek, hewila derbeya leskerî ye!

PeyamaKurd- Berdevkê Artêşa Sûdanê Nebîl Ebdullah diyar kir ku bûyerên ji 15ê Nîsanê û vir ve li Sudanê diqewimin, ne nakokiyeke siyasî ye û "hewildana derbeyê" ye da ku hikûmet bê desteserkirin.

Li Sudanê, di serî de li paytext Hartûmê şerê di navbera artêşa Sudanê û Hêzên Desteka Lezgîn (RSF) de ji 15ê Nîsanê ve bê navber berdewam dike.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di şerên sê rojan de derdora 185 kes hatine kuştin û zêdetirî 1800 kes jî birîndar bûne.

Li ser van aloziyan, Berdevkê Artêşa Sudanê Ebdullah ji televizyona dewletê re axivî û got,

"Ev alozî, bi komkirina hêzên Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) li paytext û parêzgehan û kiryarên bi guman ên serkirdayetiya wê li nav welêt û derveyî welat dest pê kir. Ev bûyer, rewşek e ku dixwazin desthilatdariyê bi dest bixin ne lihevkirina siyasî ku ev hewila derbeyê ye.

Wê rojê ev hêz li paytextê hewil da ku hemû navendên leşkerî yên li welêt, di nav de fermandariya giştî ya wî welatî bi dest bixe. Niha hemû di bin kontrola me de ye. Ev qonaxa yekem a serkeftî bû. Di wê qonaxê de piraniya endamên HDKê xwe radestî yekîneyên me yên leşkerî kirin.” 

“Radest bibin!”

Ebdullah xîtabî endamên HDKê kir û wiha got: "Em dizanin ku hûn zarokên Sudanê ne. Ji bo zarokên xwe yên welêt çekan ber bi hevdu ve girêbidin wê bi kêrî kesî neyê. Em bang li wan dikin ku dest ji vê komployê berdin û radest bibin.

Heger dixwazin bibin beşek ji dezgehên ewlekarî û leşkerî yên Sudanê, divê tevlî hêzên çekdar bibin. Em naxwazin bibin beşek ji plan û planên kesane yên ku tu eleqeya wan bi berjewendiyên welat re nîn e."