Artêsa Tirkî û komên girêdayî wê gundewarên Efrînê bi dijwarî topbaran kirin
PeyamaKurd – Artêşa Tirkî û komên girêdayî wê, do gundên Soxanekê, Bênê, Meranaz û Malîkiyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin.
Li gor zanyariyan, piştî gundên Şêrewayê, artêşa Tirkî gundê Dêr Cemal Eyndeqnê û Minix ê Şehbayê jî topbaran kirin û topbarana li ser herêmên navborî, heta derengiya şevê domiya.
Têkildarî ziyaên êrîşan heta niha agahî nehatin bidestxistin.
Herwiha hemwextî van êrîşan, navenda bajarê Efrînê jî, bi 4 topên moşekan ve hate armanckirin. 2 top li pêşiya hola Efrîn a ser rêya gundê Kefer Şêl û 2 li kolana wergirtina mazotê ya navenda bajar ketin. Du topên din ku jêdera wan nehatin naskirin, li taxa Sînaa ya navenda bajar ketin.
Piştî êrîşên li ser xeta Şehba, Şêra, Şêrewa û Efrînê, li van deveran liv û tevgera balafirên şer zêde bû û nehat zanîn ku balafir ên kijan dewletê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin