Asayîsa Hewlêrê: Herêma Pîsesaziyê bi zanebûn hatiye sewitandin

10 March 2024 23:52 0 dîtin
Asayîsa Hewlêrê: Herêma Pîsesaziyê bi zanebûn hatiye sewitandin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku agirê şewata Herêma Pîşesaziyê ya Hewlêrê ne bi sedemek rastlêhatinî, bi destên nepen hatiye pêxistin.

Asayîşa Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ragihand ku şewitandina Herêma Pîşesaziyê ya Hewlêrê bi zanebûn hatiye kirin.

Asayîşê da zanîn ku di derbarê bûyerê de kesê bi navê F.H.E. hatiye desteserkirin, di encama lêpirsînê de ev kes li xwe mikûr hatiye ku wî agir bi Herêma Pîşesaziyê xistiye.

10 milyon dolar ziyan

Îbrahîm Xizirê xwediyê kargeheke ku di nav Herêma Pîşesaziyê de agir pê ketibû angaştibû ku di encama şewata kargeha wî de, 10 milyon dolar ziyan çêbûye.

Doh hatibû ragihandin ku agir bi Herêma Pîşesaziyê ya Hewlêrê ya li bakurê bajêr ketiye.

Parêzgariya Hewlêrê ragihandibû ku ji ber xerabûna tora elektrîkê agir derketiye.

Asayîşa Hewlêrê destnîşan kir ku agir ne ji ber xerabûna tora elektrîkê, bi zanebûn hatiye pêxistin.