Asayîsa Kurdistanê: Dije Terorê ya YNKê bersiveke gelek tevlîhev û bêserûber belav kir
PeyamaKurd – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya Dije Terora YNKê ya li ser kuştina Hawkar Ebdullah Resûl da û diyar kir: “Em ne li dijî beşdariya tu dezgeheke navdewletî ne ji bo ku her kes encaman û destên li pişt vê kiryara terorîstî eşkere bike.”
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê do Pêncşemê bersiva daxuyaniya Dije Teror a YNKê ya li ser kuştina Hawkar Ebdullah Resûl da û eşkere kir: “Desteya Dije Terorê ya Silêmaniyê bersiveke gelek tevlîhev û bêserûber belav kir ku ev yek jî nîşana lawaziya wan di berevaniya ji encamderên wê kiryara terorîstî de ye lê di nava vê bersiva şikestî de daxwaza lêkolîneke navdewletî ji bo eşkerekirina rastiyê dikin. ”
Herwiha Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di berdewamiya bersiva xwe de diyar kir, ew ne li dijî beşdariya tu dezgeheke navdewletî ne ji bo ku her kes encaman û destên li pişt bûyera 7ê Cotmeha 2022an a ku bû sedema kuştina Hawkar Ebdullah Resûl, lêkolînê bike.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Her çend belge û îtîrafên tawanbaran tu gumanek li ser çawaniya encamdana vê êrîşa terorîstî ya tirsonek nehîştiye, lê em wek Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ne li dijî beşdariya tu dezgeheke navdewletî ne ji bo ku her kes encaman û destên li pişt vê kiryara terorîstî eşkere bike.”
Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin ku Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê careke din daxwaza radestkirina hemû berpirsên wê kiryara terorîstî dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Înê 7ê Cotmeha 2022an piştî nîvro, di encama teqîna otomobîlekê de li taxa Serbestî/Park 32 ya Hewlêrê, efserê berê yê Dije Teror a YNKê Hawkar Ebdullah Resûl can da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin