Asayîsa Rêveberiya Xweser di 2 rojên dawî de 23 endamên saneyên DAISê girt

06 September 2022 13:57 0 dîtin
Asayîsa Rêveberiya Xweser di 2 rojên dawî de 23 endamên saneyên DAISê girt

PeyamaKurd – Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Kampa Holê operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê dimeşîne berdewam dike û di 2 rojên dawî yên operasyonê de 23 endamên şaneyên DAIŞê hatin girtin.

Li gor Navenda Ragihandina Asayîşê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 11 û 12an a operasyonê diyar kir, hêza wan di du rojan de 6 ji wan jin, 23 endamên şaneyên DAIŞê girtin.

Herwiha 7 xendek dîtin û 8 cihên ku DAIŞiyan ji bo perwerde û îşkenceyê bikar dianîn rûxandin.

Asayîşê da zanîn, gelek alav û çek jî di bin erdê de hatin dîtin, ew jî ev in: 4 bombeyên destan, 388 fîşeng, 3 cercûrên çeka kalaşnîkov, 4 çenteyên leşkerî, hejmarek ji xetên pêwendiyê û kartên memorî û leptopek.