Asayisa Rêveberiya Xweser: Kesên nenaskirî 5 ofîsên ENKS û partiyên wê sewitandine û reviyane
PeyamaKurd – Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser şewitandina ofîsên ENKSê û partiyên wê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Kesên nenaskirî 5 ofîsên ENKS û partiyên wê şewitandine û reviyane.”
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina Asayişê de, kesên nenaskirî 5 ofîsên ENKS û partiyên wê şewitandine û reviyane.
Herwiha Asayişê eşkere kiriye, ev êrîşa li ser ofîsên ENKS binpêkirina yasayên Rêveberiya Xweser e û bandorê li aramiya navçeyê dike.
Di berdewamiya daxuyaniyê de Asayişa Rêveberiya Xweser destnîşan kir, komîteyên wê derbarê van êrîşan de dest bi lêkolînê kiriye da ku êrîşker bên aşkerekirin û dadgehkirin.
Herî dawî Asayişê diyar kiriye, hêzên wê pasevanî ji bo ofîs û baregehên ENKS û partiyên wê tund kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin