Asta aboriya Çînê bi sedema serê aborî bi Amerîkayê re daket

15 July 2019 23:50 0 dîtin
Asta aboriya Çînê bi sedema serê aborî bi Amerîkayê re daket

PeyamaKurd- Di aboriya Çînê de, bi sedema şerê aboriyê yê bi Amerîkayê re bi awayeka tund daket. Berê dewleta Çînê pêngavên baş davêtin lê niha, di sala 2019an de, bi awayeka sert dadikeve. Hilberîna sanayî û bazirganiyê her diçe qels dibe.

Aboriya Çînê di çaryeka ewil ya îsal de %6.4 zêdebû lê di çaryeka duyem de daket %6.2. Ji sala 1992an heya niha cara ewiliye ew çend daketiye. Hem li gor ragihandina Enstîtu ya Îstatîstîkê (rêje) ya Çînê ragihandiye ku aboriya Çînê bi rîskên derve re rû bir û ye.

Çîn têkoşîna xwe ya li dijî deyndariyê dewam dide kirin lê li gor nûçeya di Bloombergê de hatiye belavkirin, miqdarê ku Çîn xwe deyndar kiriye, li gor nisbeya aqara netewî %271 e. Ev rêje rêjeyeka gelek bilinde.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokwezîrê Çînê Şi Cinping re, di dawiya hezîranê de, di civîna zîrwe ya G20 an de hatin cem hev û biryar dan da dest bi hevdîtinên bazirganî bikin lê heya niha ti tevgerekî xuya nake.