Austin ragihand: Amerîka pistî THAADê sîstemên Patrîot jî disîne Rojhilata Navîn

22 October 2023 12:02 0 dîtin
Austin ragihand: Amerîka pistî THAADê sîstemên Patrîot jî disîne Rojhilata Navîn

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku piştî êrîşên li ser baregehên Amerîkî di çend rojên dawî de, ew dê ji bilî sîstemên THAAD ên parastina asmanî sîstemên Patriotan jî bişînin Rojhilata Navîn.

Wezîrê Berevaniya Amerîka Llyod Austin, piştî serdana Serokê Amerîka Joe Biden a Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, wan li ser êrîşên Îranê û hêzên girêdayî wê biryar standiye gavên bihêzkirina pozîsyona xwe ya li Rojhilata Navîn bavêjin.

Austin da zanîn ku wan bi şandina leşkerên zêdetir jî fermana amadebaşiyê daye hêzên xwe û ew dê hêza xwe ya tirsandinê li herêmê zêdetir bikin û herwiha ji berevaniya Îsraîlê re jî bibin alîkar.

Austin ragihand ku li Derya Spî keştiyeke balafirên şer heye û ji bo sîstemên THAAD ew dê keştiyeke din bişînin.

Sîstema THAAD ji bo têkşikandina fuzeyên balîstîkî hatiye çêkirin û cara yekem sala 2008an hatiye bikaranîn.

Herwiha Austin da xuyakirin ku ew dê li gorî pêwîst bike şandina leşkerên zêdetir bo herêmê binirxînin.