Awustriya: Em ê penaberên Sûriye Iraq û Afxanistanê vegerînin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Awustriyayê Karl Nehammer diyar kir ku divê penaberên ji Sûriye û Afxanistanê bêne dersînorkirin.
Civîna Lûtkeya Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Bruksela paytexta Belcîkayê, bi mijara sereke ya dersînorkirina koçberên neyasayî didome.
Serokwezîrê Awustriyayê Karl Nehammer di daxuyaniya çapemeniyê de pirsên rojnamegeran ên di derbarê mijara penaberan de bersivand.
“Em ê penaberan vegerînîn”
Nehammer di derbarê mijarê de da zanîn ku bi raya wî divê penaber li welatên sêyem bêne bicihkirin û wiha dom kir:
"Ez vê yekê pir gring dibînim. Pêvajoya penaberiyê li welatên sêyemîn bi giştî pêvajoyeke ewle ye. Ev helwesta Awusturyayê bi tenê nîne, 15 welatên YEyê jî xwedî wê helwestê ne. Ev yek ji mijarên gring ên ku îro di civîna bilind a encumenê de hate gotûbêjkirin e. Kesên ku hatine mehkûmkirin daxwaza parastinê li welatên me kiribûn, lê belê ew vê parastinê binpê dikin û kiryarên tundûtûjiyê dikin. Li gel vê yekê jî em ji bo derfetan çêbikin da ku wan vegerînin Sûriyeyê yan Afxanistanê yan jî Iraqê dixebitin."
Nehammer anî ziman ku wek serokên YEyê, di vê lûtkeyê de nîqaşên pir girîng dikin û got: "Mafên mirovan heye ku xwe bi ewle hest bikin û jixwe demokrasî jî vî mafî dide wan. Ji bo rêxistinkirina welêt tekoş3İna demokrasî tê meşandin. Em ji bo sazûman, ewlehî, azadî û cihêrengiya xwe dixebitin."
Pirsgirêka koçber û penaberan a YEyê
Li gorî Komîsyona Navxwe ya Ewropayê, sala 2023yan de zêdetirî 281 hezar penaber derbasî Ewropayê bûne.
252 hezar penaber bi rêya deryayê û nêzî 29 hezar penaber jî bi rêya bejahî gihiştine Ewropayê.
Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), sala borî zêdetirî 155 hezar koçber ji ser Îtalyayê derbasî Ewropayê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin