Aydin Maruf: Ez ji destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, gesbîn im

27 August 2023 23:00 0 dîtin
Aydin Maruf: Ez ji destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, gesbîn im

PeyamaKurd- Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Maruf kul i Stenbolê ye, piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a ji bo Bexda û Hewlêrê, geşbîniya xwe ya di derbarê destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê de hanî zimên.

Aydin Maruf di derbarê serdana şanda Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê de hin nirxandin kirin.

Maruf diyar kir ku ew li Stenbolê ye û ligel kompanî û karsazên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin re hevdîtinan pêk tîne û armanca sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşxistina pêwendiyên bazirganî ligel Enqerê ye.

Maruf diyar kir ku her ku têkiliyên bazirganî yên di navbera herdu aliyan de bi pêş ketin, bandoreke erênî li têkiliyên dîplomatîk jî kir û got,

"Niha têkiliyên Hewlêr û Enqereyê di hemû waran de di asteke gelek baş de ne."

Di sala 2007an de qebareya bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de milyarek û 400 hezar dolar bû, di sala 2022yan de jî bû 15 milyar dolar.

Maruf li ser got, “Tirkiye ji bo Herêma Kurdistanê gelek girîng e. Herêma Kurdistanê jî ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin e. Kompaniyên Tirkiyeyê dixwazin zêdetir li Herêma Kurdistanê kar bikin. Ji bo karê kompaniyên biyanî aramiya Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê siyasî û ewlehiyê de gelek girîng e.