Azerbeycanê seferên berev 7 bajarên Rûsyayê rawestand
PeyamaKurd – Rêhewaya Azerbaycanê piştî ketina balafira xwe seferên xwe yên ji bo 7 bajarên Rûsyayê rawestand ku di nav wan de Qafkasya jî heye.
Rêhewaya Azerbaycanê îro ragihand ku ew ê seferên 7 bajarên Rûsyayê rawestîne ku di nav wan de Qafkasya jî heye. Piştî encamên destpêkê yên lêkolîna li ser ketina balafira Embraer 190ê ya li Qazaxistanê ku bûbû sedema mirina herî hindik a 38 kesan.
Roja şarşemê (25ê Kanûna Pêşîn a 2024an) balafireke Azerbaycanê ya dema ku ji Bakuyê ber bi Grozniya paytexta Çeçenistanê diçû, li Qazaxistanê ji ber sedemên nediyar ket xwarê.
Alîkarê Serokwezîrê Kazakistanê Qanat Buzompayev doh got ku ew nikarin îspat bikin ku sîstema berevaniya hewayî ya Rûsyayê balafira Azerbaycanê xistiye xwarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin