Babacan, bertek nîsanî sansura ATVê ya li dijî Kurdî da
PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, bertekeke tund nîşanî qenala televîzyonê ya Tirkiyeyê ATVê da ku li ser axaftina bi Kurdî sansur danîbû.
Di bernameya bi navê ‘Esra Erol’da’ ku di qenala televîzyonê ya ATVê de nava hefteyê tê weşandin û li ser pirsgirêkên malbatan tê rêvebirin, li ser axaftina dayîkeke Kurd ku bi keça xwe re çend peyvên axivîbû, sansur hatibû danîn.
Li ser vê yekê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî bertekeke tund nîşan da û berteka xwe jî bi peyameke Kurdî belav kir. Babacan di peyama xwe ya bi Kurdî de got,
“Em vê nêrîna ku diêşîne, red dikin. Şerm e, guneh e, heyf e.”
Di bernameya Navborî de Besîme ya dayîka Gulay Toma ku demek bû keça xwe nedidît û bi rêya bernameyê gihîştin hev, giriyabû û ji ber ku zêde bi Tirkî nizanibû, bi wê kelecana gihîştina keça xwe, hestên xwe bi zimanê xwe yê dayîkê yê zaravayê Kurmancî anîbû zimên.
Dayîka Kurd Besîme ji keça xwe re gotibû,
“Qurbana te me keça min, zarokên te hene, vegere mala xwe.”
Li ser destpêkirina axaftina bi Kurdî, ji aliyê rêvebirên bernameyê ve dengê Besîmeyê hatibû girtin û Gulay Toma jî li ser vê yekê gotibû ku ‘zêde bi Tirkî nizane.’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin