Bahçelî: Ji bo me cihekî bi navê Amed tune ye û ez ji vir silavan li alîgirên Bûrsasporê dikim
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî got, "Ji bo me cihekî bi navê Amed tune ye, behsa klûba bi navê Amedsporê jî nayê kirin."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de derbarê maça Bûrsasporê ya ku Amedspor rastî êrîşa nîjadperest hat de nirxandin kirin.
Bahçelî got:
“Binavkirina Diyarbekirsporê wek Amedsporê li ber çavên me pûç û vala ye. Ez ji vir silavan li alîgirên Bûrsasporê dikim û ji ber helwesta wan a neteweyî wan pîroz dikim."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin