Bahçeli xwest mûçeyên parlamenterên DEM Partîyê bêne birîn

26 December 2023 15:23 0 dîtin
Bahçeli xwest mûçeyên parlamenterên DEM Partîyê bêne birîn

Peyama Kurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli xwest ku mûçeyê 57 parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) bê birîn. Bahçelî her wiha xwest ku alîkarîya gencîneyê ya DEM Partîyê jî bê birîn.

Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî û got DEM Partîyê wek “hêlîna terorê” pênase kir û got ku “Divê demildest alîkariya gencîneyê ya ji DEM Partîyê re bê qutkirin."

Bahçelî di axavtina xwe de bertek nîşanî êrîşên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ku rojên înî û şemîyê, li Herêma Kurdistanê, li dijî baregehên artêşa Tirkîyeyê pêk hatin da û angaşt ku ji bo meşa Tirkîyeyê rawestînin ev operasyon têne kirin.

Bahçelî anî ziman ku "Parlament ne cihê nakokiyên cudaxwazan e" û wiha domand: "Em terorîstan li Meclisa Tirkiyeyê naxwazin. Divê mûçeyên 57 parlamenterên DEM'ê û alîkariya gencîneyê ya ji bo hêlîna terorê tê dayîn, demildest bê qutkirin."

Serokê MHPê di axaftina xwe de van angaştan anî ziman:

"PKK'ya ku di 22 û 23'ê Kanûnê de 12 lawên me yên leheng şehîd kirin û hêzên ku çek danê û hedef nîşan dan, mêtingerên terorê ne. Ji bo hêz û kelecana sedsala nû ya Tirkîyeyê kêm bikin hêdî hêdî operasyoneke hovane tê meşandin."