Bajarê Meletiyê îsal di îxracata firotina mismisên hisk de 370 milyon dolar pere qezenc kir
PeyamaKurd – Bajarê Meletiyê û der û dora wê di dinyayê de hilberîna herî zêde ya mişmişan dike ku hilberîna bajêr %85ê dinyayê ye.
Ji bajarê Meletiyê di 11 mehan de ji 68 hezar tonî zêdetir mişmiş hatin îxrackirin û 370 milyon dolar pere ket nav bazara bajarê Meletiyê. Heya dawiya 2024an îhtîmale heye ku li dora 400 milyon dolarî îxracata mişmişan bêkirin.
Serokê Borsa Bazirganiyê yê bajarê Meletiyê Ramazan Özcan di mijarê de got:
“Îxracata mişmişên hişk li pey hev dewam dike. Di meha borî de me tenê 8 hezar û 195 ton mişmişên hişk îxrac kir û ji 40 milyon dolarî zêdetir pere qezenc kir. Di 11 mehan de me îxracata 68 hezar ton mişmişan kir û 370 milyon dolar pere qezenc kir. Heya dawiya salê wê miqdarê îxracatê bigihê 400 milyon dolarî û wê demsala me biqede.”
Özcan, ragihand ku tevî Meletiyê ciyê erdhejêye û ji erdhejê xesarekî zêde diye, dixebitin da reqema îxracata xwe ya mişmişan bigihînin 750 milyon dolarî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin